Tavên Stêrîn
XIII.
Serê çiyan bi mij û moran in; naxêr, agir û dûman in
De bêjin, em in dîjle û ferat, li ber heyameke din in!
Ew, ne bes bi daxwaz û nedaxwazên benî adem bûn,
Ji berê de bi geremol e ev dinya bi her hebûnên xwe
Hîn alema candaran tune bû jî bi îsyan bû li her livê.
Ew çiyayan in ku xwediyê serhildêrên herî qedîm in
Û bi xwe ne yên ku serhildayî li dijî asîmanên ewrîn
Û rêberên me ne, em jê hîn dibin azadî û serbestiyan
Wê bidomin koşîn da ku wek wan dibin bin û binyat.
Li ku bûn, nivîsevan û nivîsgehên gerdûnî û dinyayî!
Heger hebûya pelek nivîskî yê dîrokî wek çemên me
Ji destpêka bûyîna hemû heyberan de, heya roja niha
Û bihatana tomarkirin her tişt û bûyer, bi dem û nam
Kîjan roj û saet dibe bila bibe, dema ku bên xwendin
Wê bihatana dîtin ku bona mafên jiyanî û biwarbûnê,
Têkoşînên herî çetin li derdorên av û çeman bihurîne
Ji wê tê ku dêndarê lêborînê ye bo tavên me, xwedê!
Ne xeyalî ne, her yek wek destan in, bi şûn û war in!
Em in berxwedêr, dilawer û mafgerên dîjle û feradî;
Ne xwarin û xelatan, ne qisûr û kêmasiyan dikin tehn
Helbet bi ser bendên me nakevin qeydên wan deman
Qebehet ne ya me ye, ticarî û bajarî ne herf û hejmar!
Him jî ne diviyabûn, can û çav ji hevûdu re kefîl bûn
Û me girt, rê li ber me bûn ji rîsê ziravtir, ji şûr tûjtir,
Bi dewlet û şaristan in tîp û jimar, sûc ne yên me ne!
Ew der bênavnas in, bi rastî bihuşt û dojeh bi xwe ne
Perde vedibin, perde tên girtin ku li herikînên me ne!
Zîldan, raperîn in bo rewşên jiyanî û mafdar ên tovîn
Teneyên tên tewlisê, ji qalçikan dixermişin, zîl didin
Ku ew çima tawan, bên nirxandin li sirûşta heyberan
Ca bila bi cih be, bi danehevên dil û zên bên sehiyan
Û ximeximên çemên me, kel û dûkelên ku li ser wan
Pesend dikin rewşên me bi dîmenên xwe, bênivîs in!
Ne ji nezanî ye, me ji xwe re nekiriye mesele, nivîsîn
Ksenefon nivîskarekî jîr e, çê dizane şerê çiyayiyan!
Ji deman serdemek, li serdeman hêzek, wek neteweyî
Kî ye cemşîdê li ser textekî rûdine, key û keyanî çi ne
Azadî bi rê dikeve ji çiyayê demawendê de, tê babîlê
Him serhildan in, him serkeftin û mîhrîcan in bi tavan
Û me wê rojê, bi av û çemên xwe, roj aniye ba gelan!
Qral kî ne, em in ên ku bi heftan direngînin ekbatanê
Bextên wan deran in: ne dehaq,ne jî kawa kêm bûne
Pelên salnameyan jî diqedin di bin karên wisan zor de
Soz, bi qewlên gotinan in, siwarên eşîrî ne yên ku tên,
Êl bi êl, qebîle bi qebîle; war bi war, dever û herêm in
Xilaf tê nînin; em li ku hene, li wir serhildan çêdibin!
Kîjan xwenezan dibêjin ku li berî me, tu tişt tune bûn
Lêbelê pirsên pêr û duh ên rêxistinan, îro jî bi sêyr in,
Sehne vedibin, sehne tên girtin ku li herikînên me ne!
Belê, em in dîjle û ferat, ew tarîx xistin koçên salan!
Dibêjin, mêrxas û gernas in, wek şêran radibin hevdû
Deng didin li qadan, şeqeşeq û şingeşingên bi hespan
Şervan û siwarî ne: bi şûr in, bi mertal in, bi tiving in!
Tof û tofan in: dem bûn, ew ketin; dem bûn, em ketin
Ew parastinên me yên rewa vala derdixe: bê yekîtî ye
Û ezbûn, tubûn, ewbûn in; ku bibin embûn bi tavan
Perde tên girtin û vekirin: li şûnên wan, pelşîrîn hene!
De nebêjin, lehiyên xwînê ne yên li wan deran dirijin
Zû an dereng dê bên ew rojên ku gel li benda wan in!
Em in ên ku dijle û feradî, ked û kerban dikin kulîlk!
Tu kes ne wek erdnîgara me, serbixwe û berhingar e,
Yên ku serî hildidin, bes ne serbazên xwezaya wê ne
Û yên ku bi tavên berê sergewaz dibûn, li pêş me ne!
Careke din, em xwe didin rê û rêçên xaka çarparçeyî
Gulberfîn çandin çend caran li qontarên çiyayê agirî
Em in ên ku bi gulan, pêşwazî dikin xwediyê kedan!
Em dîsa xwe berdin ji bakur de herêma gola urmiyê
Û gul danîn li qadan hetanî sînorên êrdîmên deryayê.
Em in kulîlkvanên li pêlên dengvedanên çaxên wan!
Gulevînan, gulhêviyan û çavlêmayinan ber hev dikin
Heger bawer nekin, em ê bêjin şûnwarnas û hekîm in
Şûnwarderdan, kulîlkjanan, kulîlkêşan derman dikin!
Eger qîma xwe hîn pê neanîn, em ê bêjin ku şivan in,
Li şivantiyê digerin mînanî cembelî diçe qerecdaxê!
Şîn û loma lê negerandin, me dan ber dilên evdalane!
Dibêjin ku şûr, kawdanên xwe nabirin, lê bi kul dikin
Kulên berxwedan û têkçûnên wan êlan, bi çend alî ne
Gelo wek hev dibin emr û encamên eşqên warên me!
Pê daketin, dilgiran bûn; silavên me man li şervanan!
Çi kulîlk in lepzerîn, babanî, bingazî, cizrî, sincarî
Û rewandizî, botanî, nehrî, berzanî, koçgirî, zîlanî
Û pîranî, hezroyî, sasonî, mûnzirî, dihê û sîlemanî,
Amedî, duhokî, efrînî, laçînî û hê li war û şûnwaran
Û sirgûnê cihanî ne ji welatekî, em dê tevde bizivirin
Hey çi gul û kulîlk hene, bi her halî kulîlkvan in, em!
Çav di geravên ronahiyên xwe de girav in, pê dinêrin
Rûyên tavîn li ber in lê durûtî li ku ne, di geravan de!
..........
Tavên Stêrîn, çem, Abdullah Karabax